Îran: Em ê nebin aliyê dest bi şer dike, lê em ê bi hemû hêza xwe bersiva gefan bidin

PeyamaKurd - Sererkanê Sererkaniyê yê Îranê General Mihemed Bakirî ragihand ku welatê wî wê nebe aliyê dest bi şer bike, lê ew ê bi biryar bersiva her gefekê bidin.
Bakirî diyar kir ku ew ji ber bêbaweriyê îhtîmala muzakereyên rasterast ên bi DYAyê re kêm dibînin.
Li gorî nûçeya ajansa nîvfermî ya Tasnîm, Serleşker Mihemed Bakirî îro danê sibê bi fermandar, rêvebir û karmendên Serfermandariya Giştî û Serfermandariya Navendî ya Xatemoul Enbiyê re civiya.
‘Em ê nebin destpêkerê şer’
Bakirî di axaftina xwe ya li vir de derbarê rageşiya di navbera Îran û DYAyê de û muzakereyên nukleerî de got, "Em ê nebin destpêkerê şer, lê em ê bi hemû hêza xwe bersiva her tehdîdê bidin."
Muhammed Bakirî diyar kir ku Trump nameyek ji Rêberê Îranê Elî Xamineyî re şandiye û li gorî "talîmata û pêşbîniyên Rêberê Înqilabê" bersiva pêwîst ji vê nameyê re hatiye dayîn.
"Îran li dû çekên nukleerî ne"
Sererkan Bakirî di daxûyaniya xwe de derbarê hûrgiliyên naveroka bersiva Îranê li ser vê nameyê tekez kir ku Îran li pey çekên nukleerî nîne û tenê ji bo pêwîstiyên gelê xwe karên nukleerî dike.
Sererkan Bakirî diyar kir ku ji muzakereyên rasterast re girtî ne lê ji muzakereyên nerasterast re vekirî ne û got ku Îranê rêya dîplomasiyê bi temamî negirtiye û eger aliyê din dilpak be dibe ku muzakere pêk were.
Sererkan Bakirî diyar kir ku di peymanên berê de Amerîka alîyekî bêbawer bû û li ser sozên xwe cih negirt û ji ber vê jî baweriya Îranê bi Amerîkayê nayê.
Sererkan Bakirî tekez kir ku Îran ne alîgirê şer e, lê li hember zext û zordariyê serî natewîne û bi biryar li berxwe dide.
Sererkan Bakirî eşkere kir ku bersiva Îranê li hember her êrîşekê tund û bêserûber be, Sererkan Bakirî diyar kir ku sîstema berevaniya esmanî, moşekî, balafirên bêmirov û moşekên Kruzê yên welatê wî li gorî operasyonên berê bi awayekî bêhempa pêş de çûne.
Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.




