Îsraîlê êrîşî Xezzeyê kir: Daxuyaniya yekem ji Qesra Spî

PeyamaKurd – Amerîka jî têkildarî êrîşên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezzeyê daxuyanî da.
Qesra Spî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Îsraîl derbarê êrîşên li ser Xezzeyê de bi me re şêwirî."
Hate ragihandin ku di êrîşên li ser Xezzê de herî kêm 232 kesan canê xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne, DYAyê têkildarî êrîşê daxuyaniyeke yekalî da.
Qesra Spî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Îsraîl derbarê êrîşên li ser Xezzeyê de bi me re şêwirî. Yên ku Îsraîl û DYA dikin hedef wê berdêlên giran bidin."
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di nivîsa xwe ya li ser hesabê Xê de ragihand ku êrîşên li ser Xezzeyê ji nû ve dest pê kirine.





