Îsraîlê li dijî Îranê ji nû ve dest bi êrîşên esmanî kir

PeyamaKurd – Televîzyona dewletê ya Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê êrîşên nû yên asmanî li ser rojavayê Îranê dane destpêkirin.
Artêşa Îsraîlê li bakurê Tehranê êrîşî devera Enderzguyê kir. Piştî êrîşê ji herêmê dûman derket.
Televîzyona Dewletê ya Îsraîlê: Artêşê êrîşên nû yên esmanî birin rojavayê Îranê
Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANNê ragihand ku artêşa Îsraîlê êrîşên nû yên esmanî li ser rojavayê Îranê dane destpêkirin.
Di nûçeya KANNê de hat gotin ku rayedarekî leşkerî yê artêşa Îsraîlê yê ku navê wî nehatiye eşkerekirin ragihandiye ku li rojavayê Îranê êrîşên nû yên esmanî hatine kirin.
Artêşa Îsraîlê hîn derbarê êrîşê de daxuyaniyek fermî nedaye.
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.





