Îsraîl wê zêdetirî 10 hezar leşkeran li ser sînorê Urdunê bi cih bike!

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serfermandarê Îsraîlê Eyal Zamîr biryara avakirina firqeyeke nû li ser sînorê Urdunê û bicihkirina zêdeyî 10 hezar leşkeran li wir pejirand.
Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, fermandarên artêşê plansaziya avakirina yekîneyên nû pêşkêş kirin.
Hat diyarkirin plana ku Alîkarê Sererkanê Artêşa Îsraîlê Tamir Yadai pêşkêş kiribû ji aliyê Sererkan Zamîr ve hat qebûlkirin.
Di plana ku hatiye pêşkêşkirin de ji nû ve avakirina Firqeya 500 ya Zirxî, bicihkirina herdemî ya 3 tabûran li bilindahiyên Golanê û avakirina lîwayeke nû li ser sînorê Urdinê hatiye pêşbînîkirin.
Artêşa Îsraîlê ji bo parastinê wê 3 tabûrên ku ji yekîneyên piyade pêk tên bi awayekî daîmî li Girên Golanê yên li ser sînorê Sûriyeyê yên dagirkirî bi cih bike.
Tê plankirin ku di nava du mehan de li ser sînorê Urdunê di nava artêşa Îsraîlê de bi îdiaya ku rê li binpêkirina sînoran bigire, parçeyek nû bê avakirin.
Tê payîn ku ev dabeş ji 11 tabûran û zêdetirî 10,000 leşkeran pêk were, ku di nav wan de leşkerên Ultra-Ortodoks (Haredi) jî hene.





