Japonya ji biryara DYAyê ya paşdexistina baca gumrikê raziye

Japonya ji biryara DYAyê ya paşdexistina baca gumrikê raziye

PeyamaKurd – Hukumeta Japonyayê ragihand ku ew ji biryara serokê DYAyê Donald Trump razîne ku baca gumrikê bo 90 rojan paşde daye. Japonya got ku biryar ji aliyê têkiliyên bazirganiyê de gavekî erêniye.

Li gor ajansa Kyodo Newsê; sersekreterê kabîna Japonyayê Hayaşi Yoşimasa, di civîna çapemeniyê de, li ser biryara DYAyê ya tarîfên bacên gumrikê endîşeyên xwe bo DYAyê ragihandine ku bandorê li ser bazirganiyê dike û xwestiye car din DYA li ser biryara xwe bifikire.

Hayaşi, got ku biraya DYAyê ya ku welatên li hemberê DYAyê neketine nav tevgerê, bo wan 90 rojan paşde xistiye gelek başe û heya ji destê Japonyayê were dê teşwîq bike ku DYA li biryara xwe car din bifikire bi taybetî li ser tarîfên bacên gumrikê yên bo hesinê pola, aluminyum, otomobil û perçên otomobilan.

Hukumeta Japonyayê ragihand ku wê di hefta pêşiya me de, bo bi wezîrê xezînê yê DYAyê Scott Bessent re mijarê muzakere bikin, wê ji erkdarê hukumetê Ryosei Akazawa seredana DYAyê bike.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.