Ji ber barîna berfê roja Înê li Ankara dibistanan tatîl kirin

PeyamaKurd – Parêzgerê Ankara Vasip Şahin bi sedema barîna berfê û îhtîmala çêbûna firtûnê (bobelatê) ragihand ku li seranserê bajarê Ankara tevî navçên wê, navber dane perwerda dibistanan. Şahin di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:
“Li ser raporên meterolojiyê; wê sibê zû barîna berfê destpêbike, li dora nîvro wê bandoreka tund nîşan bide, li hinek deveran wê qaliniya berfê bigihê heya 15 cm.yan û ba dê bi leza 40/60 km be, ji bo xwendevan mexdûr nebin, temamê dibistanên Ankara dê bo roja Înê tatîl bin.
Jinên xebatkar yên di dezgeyên dewletê de dixebitin ku zarokên wan di bin 10 salan de hebin, jinên bi hemil û xebatkarên astengdar dê sibê ji aliyê îdarî de bi îzin bên hesibandin.”
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.




