Ji bo şerê Rûsya û Ûkraynayê hişyarî hat dayîn!
PeyamaKurd – Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban ji ber metirsiya gurbûna şerê li Ûkraynayê, Konseya Ewlekariya Neteweyî kom kir. Orban got, "Du mehên herî xeternak ên şer li pêşiya me ne."
Serokwezîrê Macarîstanê Orban, ji ber geşedanên dawî yên şerê li Ukraynayê û metirsiya gurbûna şer, Konseya Ewlekariya Neteweyî civand. Orbanê ku li ser medyaya civakî derbarê civîna ku wezîrên pêwendîdar, Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Serokwezîriyê û Fermandarê Hêzên Çekdar ên Macaristanê amade bûn de daxuyanî da û wiha got:
"Em bi baldarî nûçeyên ji eniya Şerê Rûsya û Ûkraynayê dişopînin. Vê sibehê min Konseya Ewlekariyê kom kir. Metirsiya gurbûna şer qet ewqasî zêde nebûbû. Macarîstan bi biryar piştgiriya agirbest û hevdîtinên aştiyê dike."
"Bi serkeftina Trump re aştî an jî herî kêm agirbest pêkan e"
Orban ku piştî hevdîtinê daxuyaniyeke vîdeoyî jî weşand û got, "Îro Çarşem e û nûçeyên bi fikar ji Ukraynayê tên. Ji ber vê yekê min Konseya Ewlekariyê kom kir. Du mehên herî xeter ên şer li pêşiya me ne. Bi serketina Serok Donald Trump re aştî an jî bi kêmanî agirbest pêkan e. Lê hikûmeta alîgirê şer wê 2 mehên din li Dewletên Yekbûyî li ser kar bimîne."