Katz: Heta Îsraîl ewle nebe Libnan aram nabe

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê, Israel Katz, gef xwar ku heke Hizbullah neyê bêçekkirin, artêşa Îsraîlê dê Libnanê bombebaran bike û got: “Heta ewlehiya Îsraîlê neyê dabînkirin, dê li Beyrûtê aramî" û "li Libnanê nîzam û îstîkrar" nebe.
Wezîrê Îsraîlî da zanîn, "Divê peyman werin bicihanîn û heke hûn tiştên pêwîst nekin, em ê bi hêzeke mezin tevbigerin."
Artêşa Îsraîlê şeva Pêncşema borî bi rêzêrîşên asmanî li ser derdora başûrê Beyrûtê xistibû.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




