Kongreya awarte ya CHPê dest pê kir: 3 kes dikevin pêşbirka seroktiyê

PeyamaKurd – Partiya Komarî ya Gel (CHP) îro Yekşemê 6ê Nîsanê kongreya awarte li li Navenda Çanda Nazim Hikmet a Enqereyê li dar dixe. Biryara kongreyê piştî lêpirsîna ser kongreya beriya niha ku Ozgur Ozel hatibû hilbijartin, bi mebesta ku qeyûm li ser partiyê neyê danîn hatibû wergirtin.
Dîwana kongre Serokê Şaredariya Denizliyê Bulent Nuri Çavuşoglu birêve dibe û 3 berendam ji bo seroktiya partiyê pêşbaziyê dikin ku dê dengdan ji bo Serokê Giştî Ozgur Ozel, Serokê Şaredariya Muratpaşa Umit Uysal û parlamenterê berê Berhan Şimşek pêk were.
Herwiha Parlementerê Stenbolê Oguz Kaan Salici jî lîsteyeke alternatîf amade dike.
Hêjayî gotinê ye, kongre piştî îdiayên li ser kongreya 38em û lêpirsînê, ji bo pêşîgirtina îhtîmala tayînkirina qeyûm li ser CHPê tê lidarxistin.
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel gotiye: "Ji vê rêyê veger tune ye, heta Ekrem Îmamoglu nedin berdan em ê rawestin."
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.




