Pêngava ewlehiyê ya nû li ser sînorê Tirkiyê: Herêmên nû yên baregehan têne avakirin

Pêngava ewlehiyê ya nû li ser sînorê Tirkiyê: Herêmên nû yên baregehan têne avakirin

PeyamaKurd - Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand ku ji bo zêdekirina ewlehiyê li ser xeta sînorê bi Tirkiyê re ew ê herêmên nû yên sînorî ava bikin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevkariyeke nêzîk bi Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê re hatiye kirin.

Berdevkê Fermandehiya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Nûman di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re derbarê ewlehiya sînorên welat û avakirina baregehên nû de agahî daye.

"Xeta sînor bi teknolojiya herî dawî tê xurtkirin"

Nûman got, "Li gorî talîmatên Sererkan, hêzên me yên ewlehiyê ji bo parastina hemû sînorên Iraqê herî zêde hewl didin. Sînorê me yê hevpar bi Tirkiyeyê re 384 kîlometre ye, li hemû parêzgehên Hewlêr û Duhokê dirêj dibe. Em vê xetê bi binesaziyên teknîkî û lojîstîkî yên herî nûjen xurt dikin."

Berdevk herwiha got, "Em gelek baregehên sînorî yên nû ava dikin, li gorî taybetmendiyên erdnîgarî û girîngiya stratejîk a herêmê."

Tekezî li ser hemahengiya li gel Pêşmerge

Nûman herwiha bal kişand ser girîngiya hemahengiya bi Hêzên Pêşmerge re di xebatên ewlekarî yên li ser sînorê Tirkiyê de û got, ji bo parastina serweriya xwe ya niştimanî em bi Pêşmerge re berdewam in.

Stratejiya ewlehiya sînorê Iraqê

Di daxuyaniyê de herwiha dirêjiya sînorên Iraqê bi welatên cîran re jî hatiye kirin. Li gorî vê yekê sînorê bejayî yê Iraqê bi Îranê re hezar û 420 km, bi Tirkiyê re 384 km û bi Sûriyê re 618 km ye.

Civîna hevkariya ewlehî ya Iraq û Tirkiyê

Di 24ê Sibata 2025an de, Fermandarê Hêzên Sînor ê Iraqê Orgeneral Mihemed Ebdulwehab Saidî li ser vexwandina fermî ya Tirkiyê serdana Enqerê kiribû. Di serdanê de Fermandarê Hêza Bejayî ya Tirk Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu û rayedarên din ên ewlehiyê li ser ewlehiya sînor û parvekirina îstîxbaratê hevdîtin pêk anîn.

Di heman rojê de Berdevkê Hêzên Sînor ê Iraqê Sererkan Haydar Kerhî ragihand ku ev civîn ji bo dabînkirina ewlehiya sînorên di navbera her du welatan, bihêzkirina pevguhertina agahiyan û zêdekirina hevahengiya di navbera herdu welatan de gaveke girîng e.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.