Kontrola 'cil û bergên ne guncaw' li Iraqê destpê kir

PeyamaKurd - Li bajarê Wasit ê Iraqê, li cihên giştî û qehwexaneyan li dijî "cil û bergên nebaş" û "reftarên li dijî nirxên civakî" kampanyayeke kontrolê ya berfireh hat destpêkirin.
Di daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Vasîtê de hat destnîşankirin ku armanca sereke ya kontrolê "parastina nirxên exlaqî yên civakê û pêşîgirtina li belavbûna tevgerên neyînî" ye.
Li gorî rayedarên polîs, ev kiryar bi talîmata rasterast a Midûrê Polîsê Parêzgeha Wasitê Sererkan Mihemed Kasim Fehd tên kirin. Hate diyarkirin ku bi taybetî bi şêwazên cil û bergên ku weke “cil û bergên ne guncaw” tên dîtin, wê derbarê kesên li qadên giştî de derdikevin de tedbîrên hiqûqî bên girtin.
Polîs herwiha ragihand ku wê cezayên tund li ser xwendekarên ku di saetên dibistanê de diçin qehwexaneyan û operatorên qehwexaneyê yên ku destûrê didin ciwanên ji 18 salî biçûktir nargilê bikşînin, werin sepandin.
Hat destnîşankirin ku karsazên bi vî rengî wê bi tundî bên kontrolkirin û berpirsiyariyên wan ên qanûnî bên bibîranîn.
Midûriyeta Polîsan a Vasit jî bang li malbatan kir û destnîşan kir ku divê bi berpirsyariya şopandina reftarên zarokên xwe rabin û wan li gorî nirxên civakî bi rê ve bibin.
Ev nivîs 54 car hatiye xwendin.




