Li 50 eyaletên Amerîka Trump û Musk hatin protesto kirin

Li 50 eyaletên Amerîka Trump û Musk hatin protesto kirin

PeyamaKurd - Li 50 eyaletên Amerîkayê, nêzî 1200 çalakiyên protestoyê li dijî Serokê Amerîka Donald Trump û Elon Musk ê ku li serê Beşa Berhemdariyê ya Hikûmetê (DOGE) ye, hatin lidarxistin. Bi hezaran kes li paytext Washington D.C û bajarê New Yorkê û li seranserê welat derketin kolanan.

Li Washingtonê, xwepêşanderan pankartên "Ji zanistê destên xwe paş ve bikşînin", "Ji enerjiya paqij destên xwe paş ve bikşînin", "Ji ewlehiya civakî destên xwe paş ve bikşînin" û "Nazî Musk û qeşmer li vir tenê zirar in. Demokrasiya me ne firotî ye" hilgirtin.

Xwepêşanderên protestoyên paytextê ragihandin ku nêzîkî 150 komên çalakiyan beşdarî protestoyê bûn. Demokratên Meclîsa Nûnerên DYAyê jî rexne li polîtîkayên Trump girtin, û hin xwepêşanderan jî alên Ukrayna û Filistînê hilgirtin.

Li Ewropayê jî bi sedan dijberên Trump li Almanya, Fransa û Brîtanyayê kom bûn û li dijî guherînên polîtîkayên navxweyî û derve yên DYAyê rawestiyan.

Li New Yorkê, xwepêşanderan pankartên "Hêz ne ya milyarderan e, ya gel e", "Heta em hemû azad nebin, kes azad nabe" û "Musk bişînin Marsê" bilind kirin.

Trump roja xwe li mala xwe ya Mar-a-Lago li Florîdayê derbas kir û paşnîvro jî li Jupiter bi golfê lîst.

Ev nivîs 65 car hatiye xwendin.