SOHR: Di meha Adarê de li Sûriyê 144 kes hatin kuştin

PeyamaKurd - Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di meha Adarê de li Sûrîyê di êrîşên mezhebî de 144 kesan di nav wan de jin û zarok jîyana xwe ji dest dane.
Li gorî daxuyaniya SOHRê, di encama êrîşên mezhebî yên li tevahiya welêt bi taybet li bajarên peravê de 2 jê jin 3 jê zarok 144 sivîlan cane xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîş li gelek bajaran bi taybet Hums û Tertûsê giran bûne.
Di êrîşan de li Helebê 9, li Hamayê 19, li Şamê 27, li Laziqiyê 12, li Derayê 12, li Humsê 33, li Dêrezorê 3 û li Tertûsê jî 29 kesan canêa xwe ji dest dan.
Ev nivîs 49 car hatiye xwendin.




