Li bajarê Îzmîrê kesekî bi sîlih li polîsan xist û 3 polîsan birîndar kir
PeyamaKurd – Li bajarê Tirkiyê li navça Seferihisarê, li taxa Turabiyê li ser gilîkirina xelkê ku li taxê di navbera hişnek kesan pevçûna çekdarî heye, polîs çûn ciyê bûyerê. Piştî polîs çûn ciyê bûyerê, kesê êrîşker vê carê berê xwe da ser polîsan û 3 polîsan birîndar kir.
Kesê ku li polîsan xist, kir ku hemwelatî dakevin kolanê û dukkana êrîşker bidin ber keviran.
Êrîşkerê bi navê M.S.Ç. komserê bi navê F.H.A., polîsên bi navên M.T.B. û İ.G. birîndar kir. Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansê birin nexweşxanê lê rewşa 2 polîsên birîndar xedar e.
Parêzgeha Îzmîrê ragihand ku bûyer seet di 20.00an de bûye, êrîşker bi çeka xwe ve ji aliyê hêzên asayîşê de hatiye girtin.
Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.