Li Brezîlyayê balafira bi motor li ser otobanê daket

Li Brezîlyayê balafira bi motor li ser otobanê daket

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Brezîlyayê balafirek ji ber têkçûna motorê neçar ma li otobanê dakeve.

Li gorî nûçeya DHAyê, li Brezîlyayê balafirek ji ber têkçûna motorê neçar ma bi awayekî lezgîn li otobanê dakeve.

Hat diyarkirin ku di balafirê de pîlot Mateus Renan Calado (29) û xwediyê balafirê karsaz Valdemîro Jose Minella (71) bûn.

Rayedaran ragihandin ku Calado balafir bi serketî daxist û di qezayê de tu kes zirar nedît.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.