Macron ji bo 'Lûtkeya Xezzeyê' pêk bîne diçe Misirê

Macron ji bo 'Lûtkeya Xezzeyê' pêk bîne diçe Misirê

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di serdana xwe ya Misrê de wê hewl bide ku li ser şerê ku li Xezzeyê didome lûtkeyekê li dar bixe.

Macron ji kanala Xê ya înternetê re ragihand ku di çarçoveya hevdîtinên xwe yên di serdana Misrê de sibê, wê bi Serokê Misrê Ebdulfetah El Sîsî û Mîrê Urdinê Abdullahê 2yemîn re bicive.

Serokkomarê Fransayê Macron, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de got: "Di çarçoveya hevdîtinên serdana xwe ya Misirê ku ez ji aliyê Serokê Misirê Sîsî ve hatibûm vexwendin de ez ê bi Serokê Misirê û Mîrê Urdunê re lûtkeyeke sêqolî pêk bînim."

Tê payîn ku Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron vê êvarê biçe Qahîreyê.

Serokkomarê Fransa plan dike ku roja Sêşemê jî biçe nêzî Xezzeyê û hin çavdêriyan bike.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.