Mesrûr Barzanî bi Balyozê Brîtanya re bûyerên Rojhilata Navîn gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 25ê Hezîranê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Iraqê Irfan Sidîq kir ku ji bilî têkiliyên dualî bûyer û geşedanên dawî yên Rojhilata Navîn gotûbêj kir.
Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî tê de amade bû de, mijara sereke pêşxistina zêdetir a têkiliyên dualî bû ku her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêdivî û girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de bi hev guhertin.
Her du alî li ser avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di zûtirîn demê de hevnerîn bûn, ku divê êdî neyê paşxistin.
Di beşeke din a danûstandinan de, bûyer û pêşketinên deverê yên dawiyê hatin behskirin û tekez li ser girîngiya parastina aştî û aramiyê li Rojhilata Navîn hat kirin.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




