MSB: Rêkeftina Şam û HSDê ji nêzîk ve tê şopandin

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyeyê (MSB) ragihand ku ew rêkeftina navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê ya ku 10ê Adara borî hatibû îmzekirin ji nêzîk ve dişopînin.
Çavkaniyên Wezaretê di civîna heftane de îro 29ê Gulanê li Enqereyê bersiva pirsên rojnamevanan dan.
MSBê ragihand ku Yekîneya Hevahengiyê ya ku ji Tirkiye, Sûriye û Urdinê pêk tê 19ê Gulanê li Sûriyeyê dest bi xebatê kiriye û ji Tirkiyeyê jî ji bo vê yekîneyê personel hatine şandin.
Li ser rêkeftina HSD û Şamê jî hate gotin ku ew pêvajo ji bo dabînkirina aramî û ewlehiya herêmî bi baldarî tê şopandin.
Çavkaniyan got, “Divê ev pêvajo bi awayekî zelal ku fikarên ewlehiya rewa yên hemû aliyan bi cih tîne, were meşandin.”
Herwiha çavkaniyên MSBê diyar kirine ku di helwesta wan a tenê yek hêza çekdar li Sûriyeyê de, ti guherînek tune ye û divê HSD-YPG bibin beşek ji artêşa Sûriyeyê.
Ev nivîs 144 car hatiye xwendin.




