Reuters: Qral Salman Xamineyî hişyar kir

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê îro ragihand ku Qiral Selman bin Ebdulezîz ê Erebistana Siûdî peyameke lezgîn ji Rêberê Bilind ê Îranê Ayetullah Elî Xameneyî re şandiye.
Peyam bi rêya kurê wî, Prens Xalid bin Selman, hatiye ragihandin û tê de daxwaz ji Îranê tê kirin ku pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo danûstandinên peymana nukleerî bi ciddî bigire.
Qiral Selman nîgeran e ku bêîstîqrariya li herêmê zêde nebe û ev derfet dikare pêşî li şerê bi Îsraîlê re bigire.
Li gorî ajansê, Prens Xalid bin Selman di 17ê Nîsana 2025an de li qesra serokatiyê ya Îranê li Tehranê civînek girtî bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan, Wezîrê Derve Ebas Iraqçî û Serfermandarê Hêzên Çekdar Mihemed Baqirî re li dar xistiye.
Di civînê de, Prens Xalid hişyarî daye ku Trump ji bo danûstandinên dirêj sebir nake û pencereya dîplomatîk dê di demek nêzîk de bigire.
Ev nivîs 124 car hatiye xwendin.





