Naveroka hevdîtina serokê MİTê û serokê CHPê aşkera bû

Naveroka hevdîtina serokê MİTê û serokê CHPê aşkera bû

PeyamaKurd - Naveroka hevdîtina serokê MİTê İbrahim Kalın û serokê CHPê Özgül Özel aşkera bû. Li, gor ragihandinan; di civînê de li ser têkoşîna ku bi FETÖ, PKK û DEAŞê re tê dayîn agahiyan parvekirin. Li ser korîdora ku tê de têkoşîn dikin, mijarê rave kirin.

Civîna heyeta MİTê û serokê CHPê Özgür Özel li navenda CHPê çêbû. Civîn seet di 11.00an de destpêkir û di 13.20an de bi dawî bû. Piştî MİTê agahiyan da CHPê, daxwazên îlawe yê agahiyan ku Özel xwest, ji aliyê Kalın de hat bersivandin. CHP ragihand ku hevdîtin baş derbas bûye.

Di hevdîtinê de li ser sûcên organize, sîxuriya sîberî, derketina li hemberê îstîxbaratê, şerên herêmî, tehdîdên kureyî, parastina ewlehiya netewî û stratejiya MİTê hatin axaftin.

Ev nivîs 36 car hatiye xwendin.