Netanyahu: Amerîka di êrîşên ser Îranê de alîkariya me dike

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu daxuyaniyek da û bi rastî gotina Serokê DYAyê Donald Trûmp a ‘Em di êrîşên li ser Îranê de cih nagirin’ derewand. Netanyahu got, "Amerîka alîkariya me dike. Ez bi Serok Trump re timî di nava têkiliyan de me û alîkariya ku dide me teqdîr dikim."
Di dema ku êrîşên li ser Îranê berdewam dikin, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxuyaniyek nû da. Netanyahu berevajiyê gotina Trump a “Em tevlî şer nabin” da zanîn ku Amerîka alîkariya wan dike.
Netanyahu got:
"Metirsiya moşekî hebûna xwe ye û ez bibiryar im ku wê ji holê rakim. Ez bi Serok Trump re di pêwendiyeke berdewam de me û alîkariya ku wî ji me re dike teqdîr dikim. Em rûyê Rojhilata Navîn diguherînin û ev dikare bibe sedema guhertinên mezin.
Em dikarin tehdîda navenda nukleerî ya Fordowê ji holê rakin. Me 10 zanyarên nukleerî kirine hedef, Îsraîl wê bigihêje gelekên din. Îran moşekên balîstîk çêdike ku dikarin bigihêjin Amerîka. Îranê hewl da min û Serok Trump bikuje."





