Ozgur Ozel ji nû ve wekî serokê CHPê hat hilbijartin

Ozgur Ozel ji nû ve wekî serokê CHPê hat hilbijartin

PeyamaKurd - Di Kongreya Awarte ya 21emîn a Partiya Komariya Gel (CHP) de, Ozgur Ozel cardin wek Serokê Giştî yê partiyê hat hilbijartin.

Di Kongreya Awarte ya 21emîn a CHPê de ku li Navenda Çanda Nazım Hikmet a Yenimahallê ya Enqereyê bi dirûşma "Îrade ya Milet e" hat lidarxistin, Ozgur Ozel, tekane berendamê seroktiyê bû û bi 1171 dengan cardin bû Serokê Giştî yê CHPê.

Di kongreyê de, ji 1323 delegeyên qeydkirî 1276 kesan dengên xwe bikar anîn. Ji dengên ku hatin bikaranîn 1171 deng derbasdar hatin hesibandin, lê 105 deng jî betal hatin qebûlkirin.

Hêjayî gotinê ye, CHPê piştî lêpirsîna ser kongreya xwe ya berê û girtina Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ku namzedê partiyê yê hilbijartinên serokomariyê ye, biryara kongreya awarte dabû. Ozel gotibû, wan plana deshilatiyê ya danîn qeyûm ser partiyê xera kiriye.

Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.