Rûsya: Ewropa aştiyê naxwaze!

PeyamaKurd – Berdevkê Koşka Kremlin a Rûsyayê Dmitriy Peskov, li ser ceza û dorpêçên welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser Rûsyayê daxuyanî da.
Peskov ji rojnamevanan re got, "Bêdiliya Ewropayê bo rakirina dorpêçên ser Moskowê tê maneya ku ew aştiyê naxwazin.”
Herwiha Peskov destnîşan kir ku pêwîste bi taybet dorpêçên li ser bazirganiya Deryaya Reş ên bankevaniya Rûsî bêne rakirin û diyar kir, Washington û Moskow hewla rêgeha aştiyê didin, lê diyar e Ewropî vê naxwazin.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.