Tehliyekirina Balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê: Daxuyaniya Qesra Spî

PeyamaKurd – Cîgira Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Anna Kelly tehliyekirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê piştrast kir. Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Pete Hegseth çûna bi dilxwazî ya malbatên leşkerên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn erê kiriye.
Amerîka nûnert û baregehên xwe yên dîplomatîk ên li Rojhilata Navîn xiste alarma sor. Cîgira Berdevka Çapemeniyê ya Qesra Spî Anna Kelly derbarê îdiayên ku ji ber metirsiyên ewlehiyê yên li herêmê zêde dibin, Amerîka xwe amade dike ku avahiya balyozxaneya xwe ya li Bexdayê ya paytextê Iraqê vala bike da.
Kelly tehliyekirina Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê piştrast kir û got, "Wezareta Karên Derve her tim rewşa personelên Amerîkî yên li derve dinirxîne û ev biryar piştî lêkolîneke dawî hat dayîn."
Rayedarekî Qesra Spî ku navê wî nehate zanîn, ragihand ku haya Serokê Amerîkayê Donald Trump ji vê biryarê heye.





