Wezareta tenduristiya Îranê: Di êrîşên Îsraîlê de 727 kes mirin

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Îranê ragihand ku di êrîşên Îsraîlê de jimara miriyên Îranê gihaye 527 kesan û jimara birîndaran jî niha 4.870 kes in. Di êrîşan de fermandarê di asta bilind de Ali Şadmani jî jiyana xwe ji dest daye.
Mirina herî zêde li Tehranê û Kirmaşanê çêbûye û wezaretê her weha got ku mirî û birîndarên li Huzistan, Loristan, İsfahan, Azerbaycana Rojhilat, Hamedan, Zencan û eyaletên Gilanê zêde ne.
Fermandarê baregeha Hatemul Enbiya Ali Şadmani jî jiyana xwe ji dest daye. Ragihandin ji aliyê fermandariya baregehê de hat kirin û weha got:
“Di hefta borî de di êrîşa rejîma Siyonîst de fermandarê baregeha Hatemul Enbiya Tumgeneral Ali Şadmani ku birîndar bûbû, ew jî şehîd ket.”
Ev nivîs 89 car hatiye xwendin.




