Wezîrê berevaniyê yê DYAyê Hegseth: “Em kanala Panamayê paşde distînin”

Wezîrê berevaniyê yê DYAyê Hegseth: “Em kanala Panamayê paşde distînin”

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump û wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Hegseth di civîna kabînê de gotin ku kanala Panamayê wê ji bin bandora Çînê derxin. Hegseth, li ser mijarê got:

“Me gelek leşkeran şand Kanala Panamayê. Sehayên ku berê yên me bûn û niha ne yên mene, me tije kir. Niha wê derê di bin kontrolê de ye. Em Kanala Panamayê paşde distînin.”

Wezîrê berevaniyê yê DYAyê Pete Hegseth li Panamayê tevî konferansa ewlehiyê ya herêmê bû ku 2 roj dewam kir û piştî dageriya Washingtonê, li ser civînê şiroveyan kir.

Pete Hegseth got ku bo Amerîka û herêmê tehdîde, şîrketên ku navenda wan Çînê li Amerîka Orta di sektorên stratejik yên wekî enerjî û telekomunîkasyonê de avahiyên bingehîn xistine destê xwe û dewam kir:

“Em bi Çînê re şer naxwazin lê dibe bibe jî. Lê em dikarin bi hevre ber li Çînê bigrin ku ber li şer jî bigrin. Do bi şev em bi keştî û yekîneyên xwe yên bi fermandariya SOUTHCOMê re li Kanala Panamayê bûn û me bi rêvebiriya Panamayê re çend peymanên dîrokî îmza kir.

Paymanên ku keştiyên me bi serbestî karibin di kanalê de derbas bibin. Peymana dinê bo kanala Panamayê ji bin bandora Çînê biparêzin, bi Panamayê re li deverên me bi hevkarî biryarê li ser wan daye, wê leşkerên DYAyê hebin.”

Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.