Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Güler ragihand ku wê 40 heb balafirên F-16an bikirin
PeyamaKurd - Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Yaşar Güler ragihand ku wê 40 heb balafirên şer yên F-16an ji DYAyê bikirin û perê ku dê pêşîn bidin, temam kirine. Güler weha got:
“Ji bo amadekirina Blok 70, perê ewilî hatiye dayîn. Em ê 40 heb balafirên şer yên F-16an bikirin. Ev balafirên han ji bo xwurtkirina hêzên hewayî yên Tirkiyê pêngavekî başe. Me teqsîda ewilî da û em ê 40 heb F-16 bikirin. Me dev ji nûjenkirina kîtên 79an berda.
6 balafirên me yên F-35 li wê derê hene. Ji bo wan ji bo destpêkê me 1,4 milyar dolar pere da. Dema dîtin em balafirên KAAN çêdikin, fikrên wan guherîn. Gotin ku wê F-35an bidin me. Me ji bo F-35an teklîfa xwe da. Hem ji bo S-400an ti arîşeyekî Amerîkayiyan nema.”
Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.