Balyozê Giştî yê Amerîka: Em ê pêwendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê bihêztir bikin

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê Steven Bitner got, Herêma Kurdistanê jîngeheke guncaw e ku xwendekar piştî xwendina xwe bibin serkirde.
Steven Bitner roja Yekşemê 01.06.2025ê di merasima derçûna xwendekarên zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê li Duhokê ku bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî hat lidarxistin, axivî.
Bitner bang li derçûyan kir ku beşdarî pêşkeftina zêdetir a Herêma Kurdistanê bibin û got, "Hûn dikarin gelek guhertinan bikin. Gelek kompanyayên Amerîkî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Hûn dikarin ji wan re kar bikin û ev yek wê ji we re bibe derfetek baş."
Steven Bitner diyar kir ku armanca wan ew e ku zêdetir kompanyayên Amerîkî bînin Herêma Kurdistanê û got, "Em ê têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re zêdetir xurt bikin. Ev jîngeheke gelek baş e, lewma divê hûn bibin serkirdeyên din."
Li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ya Duhokê bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî 7emîn merasima derçûna derçûyê hat lidarxistin.
Di merasîmê de 93 xwendekarên ku ji beşên cuda mezûn bûn, bawernameyên mezûniyetê hatin dayîn.





