Baregayê Barzanî ji ber wefata Qeys Qeredaxî peyameke sersaxiyê belav kir

Baregayê Barzanî ji ber wefata Qeys Qeredaxî peyameke sersaxiyê belav kir

PeyamaKurd – Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Qeys Qeredaxî, ku birayê helbestvanê navdar Mehabad Qeredaxî bû, li Almanyayê wefat kir. 

Baregeyê Barzanî îro (13.03.2025) ji ber wefata Qeys Qeredaxî peyameke sersaxiyê belav kir û xemgîniya xwe anî ziman.

Di peyamê de, Baregeyê Barzanî sersaxî li malbata Qeredaxî û tevahiya nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê kir. 

Di peyamê de hat gotin ku “Mixabin me nûçeya koça dawî ya rewşenbîr û rojnamevanê nîştimanperwer Qeys Qeredaxî bihîst. Em hevkarî xema malbatê û hemû aliyan in.” 

Her weha ji Xwedê hat xwestin ku sebrê bide malbatê û ruhê Qeys Qeredaxî bi rehemeta xwe şad bike.

Daxuyanî bi duaya “Îna lle we Îna Aliye Racîûn” û bi dawî bû.

Qeys Qeredaxî di nav civaka Kurd de bi xebatên xwe yên rewşenbîrî û rojnamevaniyê dihat nasîn. Wefata wî ji bo cîhana rewşenbîriya Kurdî wek wendahiyeke mezin tê dîtin.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.