Cezayê hepsa malê dan Hevşaredara Dêrsimê

Cezayê hepsa malê dan Hevşaredara Dêrsimê

PeyamaKurd – Endama DEM Partî ya Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku ji ber sûcê "teşwîqkirina gel ji bo sûcan" li Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn û sewqî Edliyeyê hat kirin, di bin çavan de hat girtin.

Piştî ku Şaredarê Dêrsîmê yê Partiya DEMê Cevdet Konak bi sûcdariya endamtiya rêxistina terorê 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn, Wezareta Karên Hundir qeyûm tayîn kir.

Piştî qeyûm hat tayînkirin, Hevşaredar Bîrsen Orhan a ku ji ber sûcê "teşwîqkirina gel a sûcan" biryara desteserkirinê hat dayîn, danê êvarê sewqî edliyeyê hat kirin, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Ji bo Bîrsen Orhan pêr êvarê biryara desteserkirinê hat dayîn û danê sibehê îfadeya polîsan da, piştî kontrola tenduristiyê sewqî dozgeriyê hat kirin.

Orhanê ku piştî îfadeya wê ya li dozgeriyê "bi daxwaza girtinê" sewqî dadgehê hat kirin, bi îdiaya "gel tehrîkkirina sûcan" biryara qedexeya derketina derve û cezayê hepsa malê da.

 
Ev nivîs 34 car hatiye xwendin.