Operasyona li dijî DAIŞê li Silêmaniyê: 5 kuştî!

Operasyona li dijî DAIŞê li Silêmaniyê: 5 kuştî!

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişa Silêmaniyê doh ragihand ku komeke DAIŞê ku di bin navê “Wîlayeta Kurdistanê” de tevdigeriya, hat jinavbirin.

Li gorî daxuyaniyê, koma ku hilweşiyabû, kesên ku li Herêma Kurdistanê bazirganiyê dikirin ji bo fidyeyê direvandin û pereyên ku distandin ji komên din ên DAIŞê û rêveberên payebilind re dişandin.

Di daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşa Silêmaniyê de, hat ragihandin ku di çarçoveya zanyariyên îstixbaratî û lêkolînên ku di navbera 9ê Tebax û 22ê Mijdara 2024an de hatine kirin, li dijî DAIŞê çend operasyon hatine kirin.

Hat diyarkirin ku ev operasyon bi hemahengiya Rêveberiya Giştî ya Têkoşîna Dijî Terorê ya Kurdistanê, Komandoyên Kurdistanê, Asayîşa Neteweyî ya Iraqê û balafirên şer ên Iraqê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de tekezî li ser wê yekê hat kirin, ku operasyonên li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê yên weke Silêmanî, Kerkûk, Helebce, Ranya, Şarezûr û Çemçemalê, ji bo girtina endamên DAIŞê û rûxandina pêkhateya “Wîlayeta Kurdistanê” bênavber berdewam dikin.

Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayîşa Silêmaniyê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

“Di vê pêvajoyê de Asayîşa Herêma Kurdistanê 3 şehîdên aştî û asayîşa Kurdistanê dan, 2 şehîdên Asayîşa Silêmaniyê (Huner Talib û Şemal Mehmûd) û şehîdekî Rêveberiya Operasyonên Asayîşa Giştî (Mihemed Reşîd Kadir). Herwaha di wê proseyê de 5 terorîstên DIŞIê jî bo parastina asayîşa herêma Kurdistanê hatin kuştin. Di operasyonan de gelek çek, teqemenî û alavên leşkerî hatin bidestxistin."

 
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.