Davutoglu li ser Mesûd Barzanî peyamek belav kir

 Davutoglu li ser Mesûd Barzanî peyamek belav kir

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê yê berê Ahmet Davutoglu diyar kir ku ew gotinên Serok Mesûd Barzanî bi qîmet in.

Davutoglu di peyama xwe ya li ser platforma medyaya civakî X de, daxuyaniyên Serok Mesûd Barzanî yên derbarê "têkoşîna li dijî terorê" de nirxand.

Serok Barzanî di daxuyaniyekê de berî niha gotibû: "Her kesê bifikire ku bi rêya terorê dikare xizmeta neteweya Kurd û Kurdistanê bike, berî ku li dijî kesekî din derkeve, xiyanetê li Kurdistanê dike." Li ser vê daxuyaniyê Davutoglu diyar kir ku helwesta Serok Barzanî rast û cihê heyraniye.

Davutoglu di nivîsa xwe de ev gotin bi kar anî:

“Birêz Mesûd Barzanî ku di civîna me ya dualî de ku di hawîrdoreke pir dostane de pêk hat, bi heman zelalî û biryardarî ji raya giştî re ragihand; Ez wî ji bo helwesta wî ya li hember terorê pîroz dikim û teqdîr dikim. Rojhilata Navîn a bê teroê ku hemû gelên Rojhilata Navîn tê de destê xwe bidin hev, mifteya bingehîn a aramî û bextewariya herêmî ya hevpar e."

 
 
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.