Serok Barzanî pêşwaziya Şêx Cemal El-Zerî kir
PeyamaKurd – Roja yekşemê 24.11.2024 li Selaheddînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Şêx Cemal El-Zerî Sekreterê Giştî yê Projeya Niştimaniya Iraqê û şandeke pê re kir ku ji endamên Encûmena Nûnerên Iraqê Xalid Sultan Haşim Endamê Asayîş û Berevaniya Iraqê û Komîteya El-Zubai pêk dihat.
Di hevdîtinê de bûyerên dawî yên siyasî û ewlehiyê yên li Iraqê û giringiya peywendî û hemahengiya navbera aliyên siyasî yên Iraqê hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal hat kirin.
Ev nivîs 27 car hatiye xwendin.