Mêrdîn | Ji ber rêjnebaranê xaniyek hedimî: 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – 2 kesên ku li gundê Diêmê yê navçeya Qezê ya Mêrdînê di bin xirbeyên xaniyekî de mabûn ku ji ber rêjnebaranê hedimî, ji aliyê ekîbên AFADê ve hatin xelaskirin.
Li gundê Diêmê yê navçeya Qezê ya Mêrdînê ji ber rêjnebaranê xaniyek hedimî û 2 kes di bin kavilên wî de man.
Li ser agahdarkirinê ekîbên AFAD, tenduristiyê, îtfaiye û eskeran sewqî gund hatin kirin.
Birîndarên ku ekîbên tenduristiyê ew saxtî kirin, piştî alîkariya ewil ji bo dermankirinê neqlî nexweşxaneyê hatin kirin.
Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.