Diyarbekir | Îdîanameya bûyera Narîn Guranê hate qebûlkirin

Diyarbekir | Îdîanameya bûyera Narîn Guranê hate qebûlkirin

PeyamaKurd – Îdîanameya ku ji bo qetilkirina Narîn Guranê hatibû amadekirin ji aliyê Dadgeha 8em  a Cezayê Giran a Diyarbekirê ve hat qebûlkirin.

Îdîanameya ku ji bo qetilkirina Narîn Gurana 8 salî ya li Diyarbekirê hatibû amadekirin hat qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê dê 7ê mijdarê pêk bê.

Îdîanameya ku ji bo bersûcên girtî apê Narînê Salim, dayika wê Yukselê û kekê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar hatibû amadekirin, bi îdîaya “kuştina zarokan a bi qestî” ji aliyê Dadgeha 8em a Cezayê Giran a Diyarbekirê ve hat qebûlkirin.

4 bersûcên girtî dê 7ê mijdarê derkevin pêşberî dadger

Ji bo gumanbarên ku hatin binçavkirin apê Narînê Salim, dayika wê Yukselê, kekê wê Enes Guran û cîranê wan Nevzat Bahtiyar bi îdîaya “kuştina zarokan a bi qestî” cezayê heta hetayê tê xwestin.

4 bersûcên girtî dê 7ê mijdarê cara ewil derkevin pêşberî dadger û rûniştina wan dê dest pê bike.

 

 

Ev nivîs 23077 car hatiye xwendin.