Peskov: Rojhilata Navîn ber bi kaosa şer ve diçe, ev ji bo me ne baş e

PeyamaKurd –Berdevkê Kremlînê Peskov diyar kir ku Rojhilata Navîn ber bi kaoseke şer a potansiyela xeternak ve diçe.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ji rojnamevanan re got ku Rojhilata Navîn ber bi kaosa şer ve diçe û ev yek ji ber nêzîkbûna erdnîgarî ji bo Rûsyayê metirsiyek potansiyel çêdike.
Peskov got: "Herêm ji bo me di warê binesaziyê de, di warê pêşvebirina projeyên binesaziyê de ji bo me girîng e. Dema ku herêm di nav kaosek wisa tevlihev, bi rastî jî di nav kaosa şer de derbas dibe, helbet ev ji bo me ne baş e. Em tenê ji vê rewşê xemgîn in."
Peskov destnîşan kir ku Rûsya bi Îranê re şirîkatiyeke stratejîk e û bi Îsraîlê re jî têkiliyên pir pêbawer hene û wiha dewam kir:
"Em ne li aliyê din ê okyanûsê ne, jixwe ev herêm ji aliyê erdnîgarî ve nêzî me ye, ev herêm herêmek e ku ji mêj ve ye têkiliyên me yên pir pêşkeftî tê de hene. Hebûna bi vî rengî bêîstîqrariyê li ser sînorên me jî dibe ku encamên pir xeternak derxe holê. Ev hemû wê encamên pir neyînî bi xwe re bîne."





