Li Silêmaniyê dronek kete xwar

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Pêncşemê îro 19ê Hezîranê li navçeya Dokan a Silêmaniyê droneke ketiye xwar ku diyar nebûye bê ya kîjan welatî ye.
Ofîsa Ragihandinê ya Qeymeqamtiya Dokanê bi daxuyaniyekê ragihand, li nêzîkî gundê Gomezelê, li sînorê nehiya Bîngirdê ya navçeya Dokanê, dronek ketiye xwar.
Hate diyarkirin, piştî agahdarkirina aliyên pêwendîdar, hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji ber ketina dronê ti ziyanek çênebûye, lê heta niha nehatiye zanîn bê dron ya kîjan welatî ye.
Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.




