Hurgiliyên proseya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere bûn
PeyamaKurd – Hurgiliyên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê yên 20ê Cotmehê têne kirin hatin eşkere kirin.
Civata Komisyarên Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê îro 15ê Îlonê lîsta navên namzedên pejirandî parve kir û ragihand, 1191 kes in.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumane Xelay got, ji bo dengdana giştî, 173 navend in ku li çar parêzgehên Herêma Kurdistanê yên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê ne.
- Agahiyên derbarê hilbijartinên parlamentoyê de wiha ne:
- Bingehên dengdanê 1266 in û 6318 westgehan pêk tên.
- Hejmara bingehên dengdanê yên taybet li parêzgehên Herêma Kurdistanê û pareke parêzgehên Iraqê 165 in. Hejmara westgehan 749 e.
- Ji bo kesatiyên girîng li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê, 3 bingehên dengdanê têne danîn ku jöi 3 westgehan pêk tê.
- Hejmara namzedan bi giştî 1191 kes in.
- Lîsteya navan 1. Azad Ekrem Behram Mihemed dest pê dike û bi navê 1191. Welîd Elî Silêman Hisên bidawî dibe.