Iraq: Tekane ‘Rêya Geşepêdanê’ dikare di ser Pêşxabûr de bigihê Tirkiyê

PeyamaKurd – Şêwirmendê serokwezîrê Iraqê yê Sûdanî Dr. Nasır Esadi ragihand ku ji bo ‘Rêya Geşepêdanê’ ya ku dê here Tirkiyê, tekane dikare di deriyê Pêşxabûr de derbas bibe û li ser mijarê hevdîtin dewam dikin. Esadî got ku ji bo plankirina ji aliyê erdnîgariyê de, Pêşxabûr rêya tekaneye.
Şêwirmendê Sûdanî Dr. Nasir Esadî ji karê gihandinê yê Sûdanî berpirse û bo Rûdawê gotiye:
“Em bi hukumeta Tirkiyê re, ji bo Rêya Geşepêdanê bi deriyê sînor yê Pêşxabûr re entegre bibe, di seha teknîkî de bi Tirkiyê re şêwra xwe dikin. Em dibînin ku ji aliyê plankirina rotayê de deriyekî dinê bo projê nabe.
Em bi hukumeta Herêma Kurdistanê re jî bi koordîne dixebitin û piştî em gihaştin encama hevpar, me biyarê da ku em di ser Pêşxabûr de bigihên Tirkiyê.”
Encumena wezîran ya Iraqê di 27ê Adar a 2025an de biryarê da ku ji bo pêvajoyên pêşiya me yên Rêya Geşepêdanê birêve bibe, ji dahatên Fona Geşepêdana Iraqê şîrketekî xwecîh bê avakirin û wê fon şîrketê fînanse bike. Şêwirmend Esadî got:
“Şîrket bi temamî ya xweciye. Niha em di pêvajoya avakirinê de ne. Em plan dikin ku di nav 2 mehan de dest bi xebata xwe bike.”
Maliyeta projê ya Rêya Geşepêdanê bi temamî 17 milyar dolare, 10,5 milyar dolarê wê, dê bo kirîna trênên bi elektrîkî yên nûjen be û 6,5 milar dolarê wê bo avakirina rayên hesin û asasê rêya hesin be.
Pêvajoya ewilî ya projê wê di sala 2028an de biqede û faza herî dawî wê di sala 2050an de biqede. Plana teknîkî ya projê wê di nav sala 2025an de bê amadekirin. Bi pir, îstasyon û avahiyên serî re, wê pêşniyarî şîrketan bênkirin.
Proje wê ji aliyê 15 şîrketên cuda de bê birêvebirin û wê salane li dora 4 milyar dolarî pere qezenc bike.
Ev nivîs 123 car hatiye xwendin.




