Kesên serdana Hewlêrê bikin wê ala herî mezin a kevirî ya Kurdistanê bibînin

PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw, ragihand ku projeya çêkirina ala herî mezin a Kurdistanê ya ji keviran bidawî bûye.
Omêd Xoşnaw li ser rûpela xwe ya Facebookê diyar kir, ev alaya mezin li nêzîkî Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê hatiye çêkirin û rûberê wê 4 hezar metre çargoşe ye.
Parêzgarê Hewlêrê got ku armanca sereke ya projeyê ew e ku dîmeneke xweş pêşkêşî geştiyar û rêwiyan bike ku serdana Hewlêrê dikin.
Xoşnaw da zanîn, çêkirina vê alayê beşek e ji pêngavên ji bo xemilandina bajarê Hewlêrê û afirandina “dîmeneke ciwan a tijî gul, gulzar û keskahî” ye.
Ev nivîs 150 car hatiye xwendin.




