Li Hewlêrê Mesîhiyan Cejna Christmasê pîroz kir

Li Hewlêrê Mesîhiyan Cejna Christmasê pîroz kir

PeyamaKurd - Mesîhiyên li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê, bi awayekî aştiyane û azad Cejna Christmasê ya îsal ku wekî rojbûna Hz. Îsa Mesîh tê qebûlkirin, pîroz kir.

Civaka Mesîhiyan a Hewlêrê li Dêra Mar Tumayê, Cejna Christmasê bi merasîmeke ayînî pîroz kir.

Mesîhiyên Sûriyeyî yên li Hewlêrê dijîn jî beşdarî wê merasîmê bûn û ev roja taybet pîroz kirin.

Welatiya Sûriyeyî Hala Hebabaya ku ev 2 sal in li Hewlêrê dijî jî got: "Ez îro li vir im da ku ji bo Kurdistanê û welatê xwe diayan bikim."

Her sala 25ê Kanûnê piraniya Xirîstiyanên li cîhanê rojbûna Hz. Îsa pîroz dikin.

Wêne: Bilind Tahir / Rûdaw

Ev nivîs 168 car hatiye xwendin.