Li Şengalê di navbera YBŞyê û artêşa Iraqê de şer derket

PeyamaKurd – Li Şengalê di navbera hêzên ewlekariya Iraqê û YBŞyê de şer derket. Di şer de 5 leşkerên Iraqê û 3 endamên YBŞyê birîndar bû.
Duh bi şev li navenda taxa Yermûk a Şengalê di navbera artêşa Iraqê û hêzên YBŞyê de şerekî demkurt rû da.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YBŞyê, leşkerên Iraqê xwestin wesayîta YBŞyê Yekineyên Berxwadanê Şengal-YBŞ rawestînin. Dema wesayit nesekinî, leşkerên Iraqê gulebaran kirin.
YBŞyê ragihand ku di encama gulebarana leşkerên Iraqê de 3 endamên wan birîndar bûne û rewşa yek ji wan giran e.
Rêveberê Giştî yê Nexweşxaneya Dewletê ya Şengalê Luqman Sultan di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de diyar kir ku 5 leşkerên Iraqî yên piştî şerê YBŞ-Artêşa Iraqê birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê û birînên wan sivik in.
Li gorî zanyariyên ku hatine belavkirin, leşkerên Iraqê di dema şopandina kesekî “gumanbar” de, bi hêzên YBŞyê re ketine pevçûnê.
Piştî şer û pevçûnan, artêşa Iraqê hêzên piştevaniyê şandin bajarê Şengalê. Hat ragihandin ku li herêmê hîna rewş aloz e.
Li aliyê din komek sivîlên ku xwestin pevçûnên danê sibehê protesto bikin hewl dan bi wesayîtan ji Deşta Şengalê bikevin navenda bajêr. Kom ji aliyê artêşa Iraqê ve li benda kontrolê ya Amûdê ya di navbera Çilmeran û Şengalê de ye hate rawestandin û destûr nehat dayîn ku bikevin nava bajêr.
Rageşiya di navbera kom û leşkeran de didome.
Di van 3 salên dawî de car caran di navbera YBŞ û artêşa Iraqê de alozî derketiye. Ev rageşiya sêyem e di navbera van herdu hêzan de.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




