Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeyeke amerîkî kir
PeyamaKurd – Îro (15.01.2025) Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgira Wekîlê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylorê kir.
Di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Steve Bittne û nûnerê taybet ê Wezareta Derve ya Amerîkayê yê Karûbarê Rojavayê Kurdistanê Scott Bolls ji amade bûn û bipêşxistina peywendiyên dualî û hewldanên kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û guherîn û bipêşketinên rewşa giştî ya Iraq û Sûriyê hat gotûbêj kirin.
Cîgira Wekîlê Wezîrê Derve yê Amerîkayê behsa giringiya pêgeh û rola Herêma Kurdistanê ya wek hevbeşekî welatê xwe kir.
Her du alî hevnêrîn bûn li ser giringiya henardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya di demeke kurt de, ji ber di berjewendiya hemû aliyan de ye û rawestana wê ziyaneke mezin daye budceya giştî ya Iraqê.
Beşek din a gotûbêjan jî taybet bû bi pêwîstiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û di vê derbarê de Serokê Hikûmetê tekez kir ku Herêma Kurdistanê hemû pêbendiyên xwe di çarçoveya budceyê de bi cih anîne, ji bo wê jî pêwîst e Bexda mafên darayî yên herêmê wek pêkhateyeke federal û destûrî bişîne.
Rewşa giştî ya Sûriyeyê mijareke din a gotûbêjan bû, her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya parastina asayiş û aramiya Sûriyeyê û bidestanîna mafên gelê kurd ê Rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên din ên.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.