Nêçîrvan Barzanî ji Hikûmeta Iraqê daxwaz kir: Erkên xwe yên li hemberî Êzidiyan bi cih bînin

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji hikûmeta federal a Iraqê kir ku erkên xwe yên li hember civaka Êzidî bi cîh bîne, bi taybetî piştî jenosîda sala 2014an a ku ji aliyê rêxistina terorîst a DAIŞê ve hate kirin. Ev daxwaz di merasîma bîranîna salvegera 11emîn a jenosîda Êzidîyan de hat kirin ku îro roja Duşemê li Hewlêrê, ji aliyê şêwirmendê wî Dilşad Şehab ve hate pêşkêşkirin.
Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya dabînkirina edaletê, naskirina fermî ya jenosîdê û piştgiriya berdewam ji bo Êzidîyên rizgarbûyî kir.
Wî da zanîn ku Herêma Kurdistanê dê hewlên xwe, çi li hundir çi li qada navneteweyî, ji bo misogerkirina naskirina jenosîdê û vegerandina mafên Êzidîyan bidomîne. Herwiha, pabendbûna Herêmê bi piştgiriya hemû destpêşxeriyên ji bo parastina Êzidîyan û alîkariya vegerandina wan hate dubarekirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku çarenûsa Êzidîyên ji sala 2014an ve winda ne divê neyê jibîrkirin. Nêçîrvam Barzanî ragihand ku Ofîsa Rizgarkirina Êzîdiyên Revandî, ya ku ji aliyê serokatiyê ve hatiye damezrandin, divê mîsyona xwe bidomîne heta ku losa hemû revandiyan were eşkerekirin.
Wî herwiha daxwaz kir ku Qanûna Êzîdiyên Rizgarbûyî, ya ku ji bo naskirin û tezmînkirina qurbaniyên tawanên DAIŞê ji aliyê parlamentoya Iraqê ve hatiye pejirandin, bi cidî were cîbicîkirin. Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rewşa dijwar a Êzidîyan, ku gelek ji wan hîn bê cih û war in û di kampan de di şertên xirab de dijîn. Wî destnîşan kir ku Şingal û derdorên wê hîn wêran in, xizmetên bingehîn kêm in û ewlehî tune ye. Ev yek, li gorî wî, ne tenê vegera Êzidîyan asteng dike, lê di heman demê de "têkçûna hikûmeta federal di avakirina aramiyê li Şingalê de" nîşan dide.
Wî anî ziman ku Şingal hîn di bin kontrola çend komên çekdar de ye, tevî Peymana Şingalê ya sala 2020î ya di navbera Bexda û Hewlêrê de. Nêçîrvan Barzanî rola civaka navneteweyî di piştgiriya hewlên ji nû ve avakirinê, pêkanîna edaletê û naskirina jenosîdê de girîng nirxand û got ku Herêma Kurdistanê ji bo naskirina navneteweyî ya berfireh a jenosîdê dê dîplomasiyê dike. Wî amadebûna Herêmê ji bo piştgiriya Êzidîyan dubare kir û tekez kir: "Yek kesê revandî jî divê neyê jibîrkirin. Em ê hemû hewldanan bidin ji bo rizgarkirina wan an eşkerekirina çarenûsa wan bikin."
Ev nivîs 112 car hatiye xwendin.





