Serok Barzanî pêşwaziya Konsolê Giştî yê Fransayê kir

PeyamaKurd – Îro li Selahedînê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Hewlêrê, Jan Breim, kir.
Di hevdîtinê de, mijarên giring ên wekî rewşa siyasî ya Iraqê, têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê, û herwiha pêşhat û astengiyên li herêmê hatin gotûbêj kirin.
Di vê civînê de, herwisa bal hate kişandin ser têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê de, ku ev têkilî wekî bingeheke giring ê hevkariyê hate nirxandin.
Ev nivîs 88 car hatiye xwendin.





