Mesrûr Barzanî li gel Mihemed el-Hesen civiya

PeyamaKurd – Îro 29.07.2025an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî li Iraqê û Serokê UNAMIyê Mihemed el-Hesen civiya. Di hevdîtinê de, guhertinên dawî yên rewşa Iraq û herêmê hatin gotûbêj kirin.
Mijara sereke rêzgirtin û parastina mafên destûrî û darayî yên gelê Kurdistanê, danûstandinên adil bi Herêma Kurdistanê re wek pêkhateyeke destûrî û federal, û rawestandina êrîşên terorîstî li ser binesaziya enerjiyê ya Herêmê bû.
Herweha, tekezî li ser giringiya berdewamiya xebatên ajansên NYê yên li Herêma Kurdistanê hate kirin.





