Pevguhertina dîlan dê îro careke din dest pê bike

PeyamaKurd – Qonaxa 2yemîn a pevguhertina dîlan a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de ku 28ê Gulanê hatibû rawestandin dê îro ji nû ve dest pê bike.
Di 1ê Nîsana 2025'an de di navbera Encûmena Giştî ya her du taxên Kurdan yên Helebê û şandeyeke Hikûmeta Sûriyeyê de rêkeftinek hat îmzekirin.
Rêkeftin ji 14 xalan pêk tê. Yek ji xaleke serekî ya rêkeftinê pevguhertina dîlan e.
Hat diyarkirin, pevguhertina dîlan dê îro dîsa dest pê bike.
Di 28ê gulanê de Hikûmeta Sûriyeyê dîlên endamên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bernedabûn ev jî bûbû sedem ku HSD jî pevguhertinê rawestîne.
Doh di navbera şandeya Rojavayê Kurdistanê û Hikûmeta Sûriyê de civînek li Şamê hate lidarxistin. Yek ji mijarên civînê jî “Ji nû ve çalakkirina dosyaya taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd û çareserkirina wan bi awayekî ku xizmeta aramî û aştiya navxweyî bike.”
Hejmara dîlan ji her du aliyan nêzîkî 466 kesan e ku ji wan 290 şervan û sivîlên Encûmena Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ne û 176 endamên kom ên girêdayî desthilata Şamê ne.
Qonaxa 1em a pevguhertina dîlan di 3yê Nîsanê de, 2 roj piştî îmzekirina rêkeftinê pêk hat.
Di wê qonaxê de 146 girtî ku piraniya wan sivîl in û 97 endamên komên girêdayî hikûmeta Şamê ne ku piraniya wan çekdarên “Artêşa Nîştimanî” ya bi ser Artêşa Tirkiyeyê ve bûn, hatibûn berdan.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




