Peyama sersaxiyê ya Nêçîrvan Barzanî ji bo Amerîkayê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke sersaxiyê ji bo wan kesên ku di encama lihevketina balafireke rêwiyan û helîkoptereke leşkerî li hewa li nêzîkî Balafirxaneya Ronald Reagan li nêzîkî paytexta Amerîka Washingtonê can dane, belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X (Twittera berê) parve kir de got:
"Ez ji ber ketina balafira li Washingtonê gelek xemgîn im. Ez ji malbatên kesên can dane re sersaxiyê dixwazim."
Pêr (30.01.2025) balafireke bazirganî ku 60 rêwî û 4 karmend û helîkoptereke ku 3 personelên leşkerî tê de bûn, li nêzîkî Balafirgeha Ronald Reagan li nêzîkî paytexta Amerîkayê Washingtonê li hev qelibîn.
Ev nivîs 41 car hatiye xwendin.