PKK: Li Qendîlê balafireke keşfê hat xistin

PKK: Li Qendîlê balafireke keşfê hat xistin

PeyamaKurd – Baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) HPGyê ragihand ku tevî biryara wan a agirbestê jî di nava 16 rojên dawî de dewleta Tirkiyeyê zêdetirî 5 hezar êrîş pêk anîne. 

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” ya Abdullah Ocalan, PKKyê di 1ê Adarê de bi daxuyaniyekê agirbest ragihand.

HPGyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku tevî biryara agirbestê jî êrîşên dewleta Tirk dewam dikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê, ji roja ku agirbest hatiye ragihandin, Tirkiyeyê 8 êrîşên bi çekên qedexekirî, 93 êrîşên hewayî û 5052 êrîşên bi çekên giran, top û obusan pêk anîne. 

HPGyê diyar kir ku li hemberî êrîşan mafê xwe yê xweparastinê bi kar anîne û got:

“16ê Adara 2025an saet 19.20î de balafira keşfê ya Akincî ya ku li esmanê Qendîlê li bilindahiyê difiriya û dewleta Tirk difikirî ku nikare bê xistin, hatiye xistin.” 

HPGyê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir,

“Eger ev êrîş berdewam bikin, mafê me jî heye ku em van balafirên keşfê ji bo armancên parastinî bixin xwarê û ev erk dê bi cih were.”

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.