Mazlûm Ebdî: Colanî 3 tişt ji HSDê xwest

Mazlûm Ebdî: Colanî 3 tişt ji HSDê xwest

PeyamaKurd – Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî daxwazên Ehmed Şera (Colanî) ku weke serokê demkî yê Sûriyê hatibû destnîşankirin, şîrove kir.

Li ser vê yekê, Colanî daxwaz ji HSDê kir ku hêzên çekdar ên ne Sûrî paşde vegerînin, dîlên DAIŞê radestî hikûmeta navendî bikin û saziyên girêdayî hikûmeta navendî vegerînin Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Abdî da zanîn ku HSD alîgirê îstiqrar û yekitiya neteweyî ya li tevahiya welat e û diyar kir ku 3 daxwazên Colanî hene.

3 daxwazên Colanî hebûn:

Abdî ev daxwaz wiha rêz kirin:

“Derxistina çekdarên ne-Sûrî ji nav refên HSDê, veguhestina dosyaya ewlehiyê ku girtiyên DAIŞê jî di nav de hene, ji bo hikûmeta navendî, û vegerandina saziyên girêdayî hikûmeta navendî bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Ebdî serdana Colanî ya Efrînê weke "însiyatîfeke girîng ji bo teşwîqkirina vegera gelê xwecihî û xurtkirina diyalogê" nirxand.

Herwiha got: “Hindek xalên rêkevtinê digel hikûmeta demkî hene, lê hêşta hindek babet li ser danûstandinê berdewam in.”

 
 
 
Ev nivîs 72 car hatiye xwendin.